DAIŞê li ser rêya Xurmatû-Kifriyê êrîş kir ser artêşa Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - DAIŞê berî demeke kêm li ser rêya Xurmatû-Kifriyê êrîş kir ser Artêşa Îraqê û her du alî rûbirûyî hev bûn.

Çavkaniyeke Pêşmergeyan ragehand, “Berî demeke kêm li ser rêya Xurmatû-Kifriyê li nêzî kargeha gêçê, komeke çekdarên DAIŞê ku ji Pelkanê hatine êrîş kir ser Lîwaya 88ê ya Fewca Duyê ya Artêşa Îraqê û her du alî rûbirûyî hev bûn.”

Çavkaniyeke Pêşmergeyan di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Di dema revîna çekdarên DAIŞê de, çekdarekî ji wan xwe teqand an jî bombeyeke çandî pê ve teqiya û di vî warî de artêşa Îraqê li wê deverê hat belavkirin.”

Wê çavkaniya Pêşmergeyan ron jî kir, “DAIŞê bi rêya çar çekdarên xwe ew êrîş kiriye.”

 
Fly Erbil Advertisment