Qubad Talebanî: Em geşbîn in li demeke nêzîk lihevkirina dawiyê bi PDKê re bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Qubad Talebanî geşbîniya xwe li beranberî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike û dibêje, “Reşnivîsa nerîna hevpar ji bo desthilatdariyê û piroseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro (Çarşem, 19.03.2025) li ser tora civakî ya Facebookê ragehand, “Em geşbîn in ku li demeke nêzîk lihevkirina dawiyê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de ji bo pêkanîna kabîneya nû mor bikin.”

Qubad Talebanî amaje jî da, “Reşnivîsa nerîna hevpar ji bo desthilatdariyê û piroseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye.” Herwesa got, “Piştî lihevkirina PDK û YNKê li ser reşnivîsa nerîna hevpar ji bo desthilatdariyê, piroseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye.”

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê û Endamê  Şanda Danûstandinan a PDKê Piştîwan Sadiq jî duhî li ser rûpela xwe ya taybet li tora civakî ya Facebookê nivîsîbû, “Her du şandên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê îro 18ê Adara 2025ê li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê civîneke erênî kir.”

Piştîwan Sadiq herwesa amaje dabû, “Em gehiştin reşnivîsa dawiyê ya nerîna hevpar ji bo qonaxa bê, ku ji bo pêkanîna hikûmetê û dezgehên din û baştir xizmetkirina welatiyan dibe alavek.”

Dawî civîna PDK û YNKê li roja Çarşema 26ê Şibata 2025ê bû, ku berdewamkirina civîna pêştir bû û li bajarê Silêmaniyê hatibû kirin. Di wê civînê de, reşnivîseke 15 rûpelî hatibû amadekirin ku ji bo karê hevpar û pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bingeh be.