Trump cejna Newrozê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî ragihand, Amerîka pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî gelên ku Newrozê pîroz dikin, dike.

Koşka Sipî îro 20ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Newroz cejneke kevnar e û destpêka biharê ye. Di heman demê de ev kevneşopiyek demdirêj a amadekirina ji bo sersalê ye.”

Hevdem Serokê Amerîkayê Donald Trump jî derbarê Newrozê de got: “Bi navê gelê Amerîkayê ez cejna Newrozê li hemûyan pîroz dikim û hêvîdar im her kes cejn û kêliyên xwe yên Newrozê bi xweşî derbas bikin.”

Newroz, wek destpêka sersalê li dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn tê pîrozkirin û her yek ji wan welat û neteweyan bi awayekî çalakiyên cejna xwe dikin.

Newroz ji bo gelê Kurd, sembola azadî, berxwedana li dijî zilmê û serketinê ye. Her sal di 20ê Adarê de li hemû gund, bajar û bajarokên kurdan bi vêxistina agir û lixwekirina cilûbergên kurdî Newroz tê pîrozkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment