Mehmet Emîn Kardaş: Em hêvîdar in ku NEWROZ ji hemû mirovahiyê bi sûd be

Navenda Nûçeyan (K24) –Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiya (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş peyamek bi boneya Cejna Newrozê belav kir û tê de ragihand, “Em hêvîdar in ku NEWROZ ji bo gelê me, welatê me û hemû mirovahiyê bi sûd be.”
Peyama Serokê PDK-T:
Bİ HÊVİYA NEWROZÊN BÊ ZEXT Û BÊ TUNDÎ
CEJNA NEWROZÊ PÎROZ BE!
Gelên ku li Rojhilata navîn, Kafkasya û Asya'ya navîn dijîn ji demên berê ve bi wate û bi şêweyên cûda cûda wê pîroz dikin. tê zanîn ku NEWROZ ji her netewan bêtirîn aydê Kurdan e. NEWROZ ku sembola vejîn û jîyanê ye. Di kevneşopiya Kurdan de xwedî cihekî pîroz û girîng e. B.Z. di salên 1500 de mal û milkên eşîren Hurîlî, Mîttanî, Naîrî, Lulu, Gutî û Qasî'yan; ku ew bav û kalên Kurdên îroyîn in, ji alîye gelên Akadî, Babîl û Asur u Pers ve hatin talankirin, B.Z. Zedeyî 600 sal eşîrên Ahûriyan-Mîttaniyan ji holê hatin rakirin û konfederasyona Med a ku ji federasyonên Kurdan pêk dihat hate damezrandin. Bi vî awayî rizgariya ji talankirinê pêk hat.
Di efsaneyê de DEHAK û Ferîdûn KAWA yê hesînker tên pêşberî hev di encamê de bi serkeftina KAWA yê hesinker zilm diqedê. NEWROZ mizgîniya azadiya ji bindestiyê ye, pêwîste ji niha û pêde netewa Kurd li hemberî zilmê hişyar û baldar bin. Ji wê demê vir ve 2600 sal in Kurdan 21'e Adarê weke cejna NEWROZ'ê pîroz dikin. Di vî warî de ji bo Kurdan ji hemû cejnên din zêdetir xwedî wateyeke dîrokî û mîtolojîk e. Li himberî wê zihniyeta bi salan pîrozbahiyên NEWROZÊ qedexe kiriye, lê ji aliyê kesên ku dizanin û têdigihêjin ku NEWROZ roja cejna azadiyê'ye tê pîrozkirin.
Em hêvîdar in ku NEWROZ ji bo gelê me, welatê me û hemû mirovahiyê bi sûd be. Bi wê baweriya ku her kes NEWROZ'ê dê di nava aştî û dostanî'yê de, li hawîrdorên bê zilm û bê tûndî pîroz bike. Bi awayekî têgihîjtî bixwaze bi hevre parve bike. Her wiha 21'ê Adarê ji aliyê neteweyên yekbûyî ve weke "Roja li dijî nijadîzmê" hatiye pejirandin. NEWROZ xwedî wateyeke girîng û taybet e. Ev rojeke neteweyî a Kurda ye. Bi vê mabestê ez hemû cûreyên nijadperestiyê bi tûndî şermezar dikim.