Komeke Heşda Şeibî astengî ji bo Newroza Xaneqînê derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdên li Xaneqînê agirê Newrozê vêxistin û beşek ji komên Heşda Şeibî nehiştin ku Newrozê li bajêr pîroz bikin.
Berpirsê Malbenda Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Xaneqînê Husên Xelîl ji peyamnêrê K24ê re got: Di dema pêxistina agirê Newrozê û xwendina sirûda Ey Reqîb de, komeke Heşda Şeibî hewl dan agirê Newrozê vemirînin û sirûdên xwe yên olî gotin.
Husên Xelîl got: “Wê koma Heşda Şeibî şahiya kurdan têk birin û ev yek bû sedema aloziyê. Wan rê li şahiyê girtin û hêzên ewlehiyê piştgirî dan wan.”
Herwiha got, astengî û aloziyan hestên wan ên kurdewarî sar nekirin û bi hev re sirûda Ey Reqîb gotin û ahenga Newroza xwe kirin.