Parêzegeriya Enqereyê bo 5 rojan hemû çalakî qedexe kirin

Enqere (K24) - Piştî Stenbol û Îzmîrê, Walîtiya Enqereyê jî li tevahiya bajêr qedexeya çalakiyan da. Walîtiyê ragihand ku li tevahiya bajêr di navbera 21 û 25ê Adarê de qedexeya xwepêşandan û hevdîtinan hatiye ragihandin. Biryarên qedexeyê dê heta 25ê Adarê roja sêşemê saet 23.59an bidomin.

Piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li bi dehan bajarên Tirkiyeyê welatî ji bo bertekên xwe nîşan bidin derdikevin qadan.

Walîtiya Enqereyê ragihand ku di navbera 21-25’ê Adarê de civînên girtî û vekirî, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina kon, rawestan, çalakiya rûniştinê, kampanya îmzeyan û çalakiyên bi vî rengî hatine qedexekirin.

Biryarên qedexeyê dê heta 25ê Adarê roja Sêşemê saet 23.59an bidomin.

Di wê daxuyaniyê de ev gotin hatin kirin:

Li gorî biryara parêzgariya me, ji bo parastina nîzama giştî li seranserê parêzgehê û rê li ber kiryarên provakatîf ku dibe bila bibe, ji roja 21.03.2025ê saet 10.00 heta 25.05ê saet 23.59 ji raya giştî re 5 (pênc) her (ji bilî yên ku beriya niha destûr hatiye dayîn) civîn, meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.