Mesrûr Barzanî û Michael Waltz zû pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê tekezê li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem û destpêkirina û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin bi zûtirîn dem dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz îro (În, 21.03.2025) bi rêya tilefonê axiftin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê danûstandin li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi Amerîkayê re kirin.
Her du alî li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem hevnerîn bûn, herwesa tekez kir ku divê bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin.
Di pareke din a wê peywendiya tilefonî de, her du aliyan danûstandin li ser pêşhat û guhertinên bilez ên Rojhilata Navîn û giringiya parastina seqamgiriya deverê kirin.
I spoke with the US National Security Advisor @MikeWaltz47 on ways to advance the relationship between the Kurdistan Region and Iraq with the United States. https://t.co/20VtIp20fR
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 21, 2025