Siyasetmedarên Kurd: Peyama Serok Barzanî hêzê dide aştîxwazan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Peyama Serok Mesud Mesûd Barzanî ya di Newroza Diyarbekir de hatî xwendin de, piştgiriya proseya çareseriya pirsa kurd hat kirin. Siyasetmedarên partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê jî bal kêşandin ku peyama serok Barzanî dê hêza aştîxwazan zêdetir bike û sûdek mezin bide çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê.

Serok Mesûd Barzanî ku di dubare destpêkirina proseya çareseriya pirsa kurd de ked û hewleke girîng dabû, bo Newroza dîrokî ya Diyarbekirê jî peyamek şand. Peyama Serok Barzanî ji aliyê Endamê Polîtburoya PDKê Serbest Lezgîn ve hat xwendin. Di peyamê de piştgiriya proseya nû ya li Tirkiye dest pê kiriye hat kirin. Siyastmedarên Bakurê Kurdistanê jî peyama Serok Barzanî ya bo Newrozê girîng nirxandin û amaje kirin ku peyamek sudbexş e.

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: “Em di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyeyê pirsa kurd pêkan e ku bi rêbazên aştiyane were çareserkirin û divê çek ji holê rabin, ji ber wê yekê jî peyama serok Barzanî gelek girîng e û em piştgiriya peyama wî dikin.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya 27ê sibatê de bang danîna çekan kiribû, siyasetmedarên kurd jî balê dikêşin ku ev bang derfeteke bo çareseriyek aştiyane û bi keda Serok Barzanî jî ev armanc dikare bi ser bikeve û ji ber wê jî peyama serok Barzanî hêja ye.

Serokê PSKê Bayram Bozyel dibêje: “Mijarên ku serok Barzanî balê dikêşe ser girîng in. Ji berê de ji xwe serok Barzanî bo ku li Tirkiyeyê pirsa kurd bi rêbazên aştiyane were çareserkirin xebat kiriye, sud daye ku pêvajo bigihîje serkeftine, peyama serok Barzanî sûdbexş e.”

Xwendina peyama serok Barzanî di Newroza Diyarbekir de, hêviyên bi milyonan kurdan bo çareseriya pirsa kurd xurttir kir û piştgiriya bo pêvajoya nû jî berfirehtir kir.