Qedexeya kombûn û xwenîşandanan bo çar rojên din li Stenbolê hat dirêjkirin

Stenbol
Stenbol

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî ku qedexeya xwenîşandanan hatiye dirêjkirin, xwenîşandan li Stenbolê û çend parêzgehên din ên Tirkiyeyê berfirehtir bûne. Hikûmeta Tirkiyeyê jî ji bo kontirolkirina xwenîşandanan bi hezaran xwenîşander binçav kirine.

Piştî binçavkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu, Parêzgerê Stenbolê ji bo dema çar rojan tevaya kombûn û xwenîşandanan li wê parêzgehê qedexe kirin û îro dema wê temam bû, lê Parêzgerê Stenbolê ragehand ku, ew ji bo dema çar rojên din rêyê bi xwenîşandanan nadin.

Ev di demkê de ye ku, di ser qedexeya xwenîşandanan li Stenbolê û çend parêzgehên din re, xwenîşandan berdewam in û bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê, heta niha nêzî hezar xwenîşanderan hatine binçavkirin.