Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Neynawayê: Serokê Civatê siyaseta piştguhsxitinê peyrew dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Civata Parêzgeha Neynawayê tevlî civîna dawiyê ya wê civatê nebû û radigehîne ku, Serokê Civata Parêzgehê siyaseta piştxushxistinê peyrew dike.

Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Civata Parêzgeha Neynawayê îro (Yekşem, 23.03.2025) ragehandinek parve kir û tê de amaje da, di demekê de ku pabendbûna xwe bi xizmetkirina xelkê parêzgeha Neynawayê tekez dikin, di eynî demê de merema wan ew e ku sedema amadenebûna xwe di rûniştina vê dawiyê ya civata parêzgehê de ji bo tevaya xelkî ron bikin, ku tê de serokê civatê bizav kir wesa diyar bike ku tenê çend endam tevlî wê civînê nebûbûn, ev jî wek piştguhxistina amadenebûna piraniya reha ya endamên wê civatê.

Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Neynawayê herwesa got ku, siyaseta piştguhxistin û binpêkirina hevsengî û mafan, ku serokê civatê peyrew dike, wesa kiriye ku ew civat bigehe wê rojê û têkdan bikeve nav wê û paşve biçe, lewma tevlînebûna wan di wê rûniştinê de helwesteke kiryarkî û bersiveke rasterast e ji bo wê ya ku di rûniştin û civîna lêpirsînê de rûda, ku serokê civatê bi merem amade nebû û li şûna wê ji medyayan re axivî. Ev jî ji bo erkên wî yên destûrî û qanûnî binpêkirineke ron û eşkere ye.

Wê firaksiyonê herwesa got ku, tekez dikin dengê piraniya reha ji bo dûrxistina serokê civatê ew rewatî jê standiye ku rêyê dide wî li ser postê xwe berdewam be, ji ber ku ev piranî nûnerîtiya heza cemawerê rastîn dike, ku nûnerên wê civatê anîne civatê û eger bi rastî xema berjewendiyên Neynawayê heba, hingê dê guncayîtir ba ku rê bi cîgirê serokê civatê daba ku serokatiya wê rûniştinê kiriba ku dê serbilindî û pêgeha qanûnî ya wê civatê jî parastiba.

Firaksiyona PDKê di derheqa derkeftina fermana welayî de jî got ku, ron dikin merem jê rawestandina rêkaran e bi awayekî demkî heta biryara dadwerî li ser wê dozê rewatiyê venagerîne û biryara dûrxistinê ku bi piraniyê hatiye dan nayê hilweşandin. Vê yekê jî wesa kiriye ku ew civat bi biryarekê ku nûnerîtiya heza xelkî bike ne ku bi biryareke siyasî ji karê wî bê dûrxistin.

Firaksiyona PDKê tekez jî kir ku, ew firaksiyon li ser helwesta xwe ya li dijî piştguhxistina heza piraniyê rijd e û baweriya wan wesa ye ku divê araste bê rastkirin, ku ji rêzgirtina li destkeftiyan û hevsengiyan pêk tê û dûrî her siyaseteke kiterê û yekalî û rijdbûn û serreqî û piştguhxistina rewşa siyasî û qanûnî.