Baerbock li ser girtina Imamoglu: Nabe hevrikên siyasî di zindanan de bin

Annalena Baerbock
Annalena Baerbock

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Almanyayê haydariyê dide Tirkiyeyê dibêje, “Divê qanûn li welatê we serwer be û nabe hevrikên siyasî li zindan û dadgehan bin.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock duhî (Duşem, 24.03.2025) li ser tora civakî ya Xê di derheqa girtina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu postek parve kir.

Annalena Baerbock li ser endambûna Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewropayê de haydariyê dide û dibêje, “Li jêr sîbera wan karên l idijî Imamoglu û kesên din hatine kirin, dem bi dem piroseya pabendbûna Tirkiyeyê ji bo endambûna di Yekîtiya Ewropayê de ber bi nemanê ve diçe.”

Wezîra Derve ya Almanyayê tekez jî kir, “Nabe hevrikên siyasî li zindan û dadgehan bin. Ew welatê ku paşeroja xwe di nav Yekîtiya Ewropayê de dibîne, divê qanûn tê de serwer be.”

Dadgeha Dehê ya Tawanan a Stenbolê li Çaxlayanê jî bi tometên birêvebirina rêkxistina tawanan, dan û wergirtina bertîlan, desttêwerdanên di tenderên dezgehên giştî de û gendeliya darayî pêr (Yekşem, 23.03.2025) biryara zindankirinê ji bo Ekrem Imamoglu derxist.

 
Fly Erbil Advertisment