Komisyona Îraqê: Hilbijartinên Îraqê di dema xwe de tên kirin

Îmad Cemîl
Îmad Cemîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tîma Medyayî ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê radigehîne, “Komisyonê hemî amadekariyên xwe temam kirine, ji bo ku hilbijartinên Îraqê di dema xwe de bên kirin.” Herwesa dibêje, “Ji bo îsal amûrên pêdivî hatine dabînkirin, ji bo ku di rojên dengdanê de arêşeyên şûntiliyan rû nedin.”

Serokê Tîma Medyayî ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl îro (Sêşem, 25.03.2025) ji K24ê re ragehand, “Pêşbînî tê kirin ku hilbijartin di dema xwe de, li 25ê Mijdara 2025ê, bên kirin, ji ber ku Komisyonê hemî nexşerê ji bo wê rojê amade kirine.”

Serokê Tîma Medyayî ya Komisyonê herwesa got, “Em her ji niha ve li ser nûkirina lîsta navan kar dikkin û pêdaçûn ji bo embaran tê kirin, ji bo piştrastbûna ji pêdivîtiyan û amûrên dengdanê ku zêdetirî 200 hezar amûran hatine dabînkirin.”

Îmad Cemîl di derheqa wan dengderan de yên ku şûntiliyên wan nayên xwandin got, “Ji bo roja dengdanê amûrên pêdivî hatine dabînkirin, ji bo ku ew dengder bikarin dengê xwe bidin.”

Navbirî di derheqa hejmara dengderan di hilbijartinên bên ên Îraqê de jî ragehand, “Nêzî 28 milyon kesan di hilbijartinên bên ên Îraqê de mafê dengdanê heye, xasma jî ji bo îsal kesên ku li sala 2007ê jî hatine ser dinyayê dengê xwe didin ku ew jî dibin milyon kes. Pêşbînî jî tê kirin ku hejmar zêde bibe, eger ew dengderên ku arêşe hene zanyarên xwe nû bikin û xwe tomar bikin.”

Serokê Tîma Medyayî ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amaje jî da, “Ji bo îsal çi guhertin di hejmara kursiyên Civata Nûnerên Îraqê de nayên kirin û dê her 394 kursî bin.”