Li Efrînê 250 darên zeytûnan hatin birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran li Efrînê binpêkirinên giran li dijî jîngeh û cotkarên Kurd berdewam dikin û di çend rojên borî de hejmarek darên din li du gundan birîn.

Jêderekî ji K24ê re got, ku li gundên Xerabê Şara û Matînayê zêdetirî 250 darên zeytûnan hatin birîn ku beşek ji wan daran ji kokê ve hatin birîn.

Amaje bi wê yekê jî kir, heta niha nayê zanîn ew dar ji aliyê kê ve hatine birîn, lê ew her du gund di bin kontrola çekdarên Sultan Murad de ne.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ev hejmara daran ji aliyê kesên li Efrînê hatine bicihkirin ve bi birekên elektirîkê hatine birîn.

amaje bi wê jî kir, darên zeytûnan bi barhilgirin hatine veguhastin, ji bo ku wek êzing li bazarên Efrîn û Idlibê bifiroşin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, ji bilî destdanîna xwe ser mal û milkên xelkê, bi sedhezaran darên berhemdar û darên daristanan hatine hilkirin, birîn û şewitandin.