Mesrûr Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên şewata daristanên Koreya Başûr kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên şewata daristanên Koreya Başûr kir, ku di encamê de zêdetirî 24 kesan canê xwe jidest dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 26ê Adarê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Ez ji ber şewata li Koreya Başûr gelek dilteng im. Hizr û ramanên min li gel qurbaniyan û malbatên wan e. Hêviya rizgarbûn û başbûna bilez ji birîndaran re dixwazim.”

Herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê dema dijwar de, li gel gel û hikûmeta Koreya Başûr e.”

Ji roja 22ê Adarê ve zêdetir ji 24 kesan di şewata daristanan de li Koreya Başûr canê xwe jidest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Nêzîkî 5 hezar karmendên agirkujian û 87 helîkopter tevî bi sedan polîs û artêşê beşdarî karên vemirandina agir bûne.