Mihemed Şikrî: Herêma Kurdistanê feydeyî ji ezmûna Qeterê werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Peywendiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serdana wî ji bo welatên kendavî pêngavek e ku, weberhênana wan welatan li Herêma Kurdistanê zêde bibe û kertê aborî pêş bikeve.”
Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî îro (Çarşem, 26.03.2025) ji K24ê re ragehand, “Armanca serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan ji bo Qeterê wergirtina feydeyî ji ezmûn û şarezahiya birêvebirina aborî û bazirganî û şiyanên enerjiyê yên wî welatî ye.”
Mihemed Şikrî herwesa got, “Armanceke din a serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ew e ku, weberhênana Qeterî di kertên aborî, çandinî, geştyarî û enerjiyê de bîne Herêma Kurdistanê, ji ber ku Qeter ji aliyê weberhênanê ve welatekî pêşkeftî ye û li gelek welatan weberhênanê dike. Ev jî dibe sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê feydeyî ji pêşvebirina kertê aborî werbigire.”
Navbirî amaje jî da, “Welatên kendavî bi awayekî giştî ji aliyê aborî û siyasî ve li Rojhilata Navîn gelek giring in, herwesa cihê cografî yê stratejî yê Herêma Kurdistanê û peywendiyên wê bi wan welatan re jî wesa kiriye ku pêgeh û stratejiyeke taybet li deverê hebe. Ev jî dibe sedema wê yekê ku ji aliyê weberhênanê ve feydeyî ji ezmûna welatên kendavî û xasma jî Îmarat û Qeterê werbigire.”
Serokê Desteya Weberhênanê herwesa ragehand, “Peywendiyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serkirdeyên siyasî û aborî yên kendavî re dibin sedema wê yekê ku, aborê Herêma Kurdistanê li paşerojê seqamgir bibe û weberhênan li Herêma Kurdisatnê zêde bibe.”
Mihemed Şikrî ron jî kir, “Rêjeya kompaniyên welatên kendavî li Herêma Kurdistanê ji sedê tenê sê heta çarê ye, lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê niyet e ku serdana welatên kendavî li paşerojê zêde bike, ji bo ku wê rêjeyê di hemî kertan de bilind bike.”