Miftiyê berê yê Sûriyeyê li Firokxaneya Navdewletî ya Şamê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Miftiyê berê yê Sûriyeyê Şêx Ehmed Bediredîn Hesûn, ji aliyê Asayişa Giştî ve li Firokxaneya Şamê ya Navdewletî hat girtin, ku dixwest ji bo neştergiriyê biçûya Urdinê.

Li gorî agahiyan, pasaporta Şêx Ehmed Bediredîn Hesûn ji aliyê Dezgeha Koç û Pasaportan ve li firokexaneyê hatiye mohrkirin, piştre ew ji aliyê karmendên Asayişa Giştî ve bo cihekî nediyar hate birin.

Di heman demê de, wêneyeke Şêx Ehmed Bediredîn Hesûn li ser medyaya civakî belav bû ku tê de çavên wî hatine girêdan.

Şêx Ehmed Bediredîn Hesûn berê Miftiyê Sûriyeyê bû û bi piştevaniya xwe ya bihêz ji rêjîma berê re dihat naskirin. Herwiha ji ber helwestên wî, ew gelek rastî rexneyên berfireh dihat û bi miftiyê bermîlên teqîner dihat binavkirin.

Gelek caran bang li ser torên civakî hatin kirin û daxwaz dikirin ku ew were dadgehkirin û berpirsyariya wî di beşdarbûn û piştgiriya wî ji “tawanên cengê” yên ku ji aliyê rêjîma hilweşiyayî ve li dijî Sûriyan pêk dihat, bê dîtin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment