Libnan amade nîne bi Îranê re dest bi geştên xwe yên asmanî bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Libnan amade nîne bi Îranê re dest bi geştên xwe yên asmanî bike, Serokê Libnanê jî helwesta hikûmeta xwe di wî warî de eşkre dike.

Serokê Libnanê Cosêf On îro (În, 28.03.2025) helwesta hikûmeta xwe li ser destpêkirina geştên xwe yên asmanî yên bi Îranê re eşkre kir.

Rojnameya Le Figaroyê ya Fransayî parve kiriye ku Serokê Libnanê Cosêf On ragehandiye, “Em niha dest bi geştên asmanî yên bi Îranê re nakin, lê mimkin e rojekê em dest pê bikin.”

Cosêf On herwesa got, “Em bi temamî pabendî bicihanîna biryarnameya 1701ê ne lê Israîl lihevkirina agirbestê binpê dike, ev jî cihê mixabiniyê ye.”

Navbirî amaje jî da, “Libnan ji bo çarekirina wan arêşeyan kar dike, yên ku peywendî bi sinorên wê yên bejahî û deryayî yên bi Sûriyeyê re heye, herwesa divê arêşeya penaberên Sûriyeyî li Libnanê jî her bi wî awayî bê çarekirin.”

 
Fly Erbil Advertisment