Parezgerê Diyarbekirê: Di cejnê de dê 8 hezar polîs û leşker ji bo ewlehiya welatiyan li ser kar bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parezgerê Diyarbekirê Murat Zorluoglu diyar kir, di cejnê de dê 8 hezar polîs û leşker ji bo ewlehiya welatiyan li ser kar bin.

Parezgerê Diyarbekirê Murat Zorluoglu eşkere kir, ji bo Cejna Remezanê li  Diyarbekirê  bi aramî bê pîrozkirin, hemû bergirî hatine girtin û wiha got: “Ji bo welatiyên me Cejna Remezanê di nava aramî û bextewariyê de derbas bikin, em ji ewlehiyê heta çûnûhatinê, ji tenduristiyê heta binesaziyê di her qadê de bi baldarî dixebitin.”

Da zanîn jî: “4 hezar û 966 polîs, 3 hezar leşker û bi dehan wesayît û dron û firoke dê aramiya bajar û trafîkê pêk bînin.

Amaje bi wê jî kir, zizmetên tenduristiyê dê 24/7 bênavber bên dayîn. Di cejnê de hezar û 651 karmendên tenduristiyê dê li ser kar bin. Ji bo xizmetên tenduristiyê yên lezgîn, 78 ambûlans û 216 karmendên tenduristiyê dê li 72 navendên tenduristiyê yên lezgîn bixebitin.

Her wiha ji bo xebata bênavber a xizmetên Enerjî û Binesaziyê, 333 karker û 69 wesayitan di cejnê de li hemberî îhtimala elektrîkê wê 24/7 li ser kar bin. 

Zorluoglu diyar kir jî, li hemberî qutbûna avê û têkçûna binesaziyê tedbîrên pêwîst hatin girtin û destnîşan kir ku ekîb dê ji bo paqijkirina jîngehê û xizmetên agirkujiyê bi hemû hêza xwe bixebitin.

 
Fly Erbil Advertisment