Întîfaz Qenber: Berpirsên Amerîkayê piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Parastinê ya Kurd li Amerîkayê Întîfaz Qenber beşdarî fitara Donald Trump a bi Misilmanên li Amerîkayê re bû û got, berpirsên Amerîkayê piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin Herêmê biparêzin û hinardekirina petrolê jî dest pê bike.

Qenber ji K24ê re got: “Di hevdîtina me ya bi Donald Trump re, min bi rêvebirê Îstixbarata Asayîşa Amerîkayê û Cîgirê Nûnerê Rojhilata Navîn re li ser Iraqê axivîm. Ew bi awayekî berfireh piştgiriya kurdan dikin û dixwazin Kurdistanê biparêzin û hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.”

Qenber amaje bi wê jî kir, wî qet nedîtiye ku serokekî Amerîkayê bi qasî Donald Trump, guh dide dîasporaya misilman û kurdan. Trump di piraniya boneyan de behsa Kurd dike.

Serokê Encûmena Parastinê ya Kurd li Amerîkayê got jî: “Me dît ku misilmanên Amerîkayê li dijî Hamas, Hizbullah û Îranê ne û piştgiriya Trump dikin ku ev yek kî mijarek stratejîk e.”

 
 
Fly Erbil Advertisment