Aliyên siyasî daxwazê ji Sedir dikin li biryara xwe vegere

Muqteda Sedir
Muqteda Sedir

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî du rojan ji biryara Rêberê Tevgera Niştîmanî ya Şîeyan ji bo boykotkirina hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê, hêz û navendên siyasî yên Îraqê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinan de daxwazê ji Muqteda Sedir dikin ku li biryara xwe vegere û tevlî piroseya siyasî bibe.

Rêberê Tevgera Niştîmanî ya Şîeyan Muqteda Sedir îro (Şemî, 29.03.2025) di derheqa hilbijartinên bên ên Civata Nûnerê Îraqê de ragehand, “Em tevlî wê piroseyê nabin ku gendel tê de ne û hejmona derve destê xwe danaye ser gehên desthilatê.” Herwesa got, “Van hilbijartinan çi giringiyek nîne, tenê pêxemetî berjewendiya tayîfî û partîtiyê ye.”

Li beranberî wê yekê jî, aliyên siyasî daxwazê ji Sedir dikin ku li biryara xwe vegere û tevlî hilbijartinên bên ên Civata Nûnerê Îraqê bibe.

Seroka Firaksiyona PDKê ya Civata Nûnerên Îraqê Viyan Sebrî di vî warî de ragehand, “Tevlînebûna Sedir di van hilbijartinan de dê bandoreke rêjeyî ya mezin li ser piroseya siyasî hebe, lewma tevlîbûna wî ji bo hevsengî û çaksaziya piroseya siyasî pêdivî ye.”

Viyan Sebrî amaje jî da, “Piştî encamên hilbijartinan jî, hebûna wan di desthilata bicihanînê û danana qanûnê de gelek giring e, xasma jî ku firaksiyona Sedir bi biryardana navendî û bihêz hatiye naskirin.”

Serokê Hevpeymaniya Piştevaniya Dewleta Perlemanî Murteza Saidî jî ji aliyê xwe ve amaje da, “Tevlîbûna Sediriyan di piroseya siyasî de giring e û germ û gurê dide piroseya siyasî, vêca çi di nav Civata Nûneran de an jî di hikûmetê de be, herwesa Tevgera Sedir xwediya bingeheke cemawerî ya mezin e jî.”

Murteza Saidî tekez jî kir, “Ez daxwazê jî ji hêzên olî û siyasî dikim ku ji bo çarekirina wê pirsê navbeynkariyê bikin, ji ber ku tevlîbûna Tevgera Sedir di hilbijartinên bên de gelek giring e.”

Herwesa Serokê Firaksiyona Tirkmenî ya Civata Nûnerên Îraqê Erşed Salihî jî daxwazê ji Sedir dike ku, li biryara xwe vegere û tevlî piroseya siyasî bibe. Herwesa got, “Amadenebûna Tevgera Niştîmanî ya Şîeyan di hilbijartinan de xizmeta Îraqê nake, belkî dibe sedema mana parparbûnê û welatî ber bi lawaziyê ve dibe.”

 
 
Fly Erbil Advertisment