Komisyon: Zêdetirî milyon dengderên nû tevlî Hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amajeyê dide, “Tevaya rêkarên pêdivî ji bo zêdekirina wan kesên ku li sala 2007ê hatine ser dinyayê li ser tomarên dengderan hatine bicihanîn.” Herwesa dibêje, “Nêzî 29 milyon dengderan mafê tevlîbûna di hilbijartinên bên de heye.”
Alîkarê Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Nubras Ebû Sewde îro (Şemî, 29.03.2025) got, “10 hezar û 79 bingeh li tevaya parêzgehên Îraqê ji bo pêşwazîkirina welatiyan û nûkirina zanyarên bayometrî li dû zanyarên nav karta xwerakan hatine vekirin.”
Alîkarê Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amaje jî da, “Zêdetirî yek milyon dengderan, ku li sala 2007ê hatine ser dinyayê, li ser tomara dengderan hatine zêdekirin.”
Nubras Ebû Sewde herwesa got, “Me zanyarên hûr û pêdivî ji bo dema 10 salên bên dane Wezareta Bazirganiyê, bi vî awayî Komisyon ji bo her qonaxeke hilbijartinan li dû databeysa wezaretên ku jiyê wan hatiye zêdekirin dixe ser lîsta tomara dengderan.”
Navbirî amaje jî da, “Nêzî 29 milyon dengderan dê mafê tevlîbûnê di hilbijartinên bên de hebe.” Herwesa got, “Piroseya nûkirina tomara dengderan li roja 26.03.2025ê hatiye nûkirin.”