Piştîwan Sadiq: Piştî cejnê pirsa dabeşkirina postan yekalî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û endamê şanda danûstandinan a ji bo pêkanîna hikûmetê li gel aliyên Kurdistanî, Piştîwan Sadiq ragihand, piştî cejnê yekser li gel YNKê dest bi gotûbêjan li ser dabeşkirina postan û pêkanîna kabîneya nû dikin.

Piştîwan Sadiq îro 30î Adarê di konferanseke rojnamevanî de got: “Li gel YNK û partiyan rêkeftineke siyasî ya baş hatiye kirin, piştî cejnê dê yekser gotûbêj li ser dabeşkirina postan bên kirin.”

Herwiha got: “Em hêvîdar in avakirina kabîneya nû bi erênî birêve biçe. YNK û PDK bi awayekî sereke û aliyên din jî beşdarî avakirina hikûmetê bibin.”

Di hilbijartinên 20-10-2 yên Parlamentoya Kurdistanê de, ku bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê hat kirin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bidest xistin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment