Devlet Bahçelî: Tirkiye derbasî qonaxa aştî û aramiya hertimî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî ragihand, Tirkiye derbasî qonaxa aştî û aramiya hertimî bûye, lê hin alî naxwazin ev prose biser bikeve.

Serokê Giştî yê MHPê û hevbeşê desthilata Tirkiyeyê Devlet Bahçelî ragihand, armanca Tirkiyeya bêşer û tundiyê cîbicî dibe û êdî derbasî qonaxa yekîtiya neteweyî, aştî û aramiya hertimî bûye. 

Bahçelî got, li welat êdî jiyaneke nû ya civakî û siyasî dirust dibe û bang li aliyan kir xwedî li avakirina siberojaTirkiyê bibin. 

Her wiha got, hin alî hene naxwazin şer û pevçûn dawî bibin, ji ber vê yekê, di avakirina aramî û aştiyê de berpirsiyariya her kesekî heye, divê hemû alî xwedî lê derkevin û nabe ev mijar were paşxistin.

Bahçelî got: “Divê gelek dînamîk bi baldarî bêne birêvebirin. Beriya her tiştî weke ku di banga Îmraliyê de hatiye kirin, divê destpêkê çek bêne danîn, PKK kongreya xwe bilez kom bike, biryara hilweşandina hemû pêkhateyên PKK'ê bikeve meriyetê. Bi reformên berfireh divê em yekitiya xwe ya mîlî hîn xurt bikin, edalet û wekhevî jî divê esas be.”

Serokê Giştî yê MHPê amaje bi wê kir: “Bi destûreke bingehîn a mîlî û berfireh bermahiyên derbeyê dikarin ji holê bêne rakirin. Ya girîng ew e ku avaniyeke welê bê avakirin ku her kes xwe di nav de bibîne.”

Herwiha got: “Di pêvajoya Tirkiyeya dûrî ji terorê de, em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku di yekitî û biratiyê de bigihêjin hev, paşerojeke pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment