HSD: Em pabend in ku bi rêyên aştiyane aramiyê pêk bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî peyamek bi boneya Cejna Remezanê belav kir û tê de hêvî xwast ku Cejna Remezanê ewlekarî û aramiyê bi xwe re bîne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro 31ê Adarê di peyamekê de ragihand, “Ez Cejna Remezanê li hemû gelê Sûriyan û cîhana Îslamê pîroz dikim.”

Mezlûm Ebdî got: “Di vê boneya pîroz de, em teqez dikin ku bijardeya me ya herdemî aştî ye û em pabend in ku bi rêyên aştiyane aramiyê pêk bînin.” 

Fermandarê Giştî yê HSDê got jî: “Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo welatê me ewlekarî û aramiyê bîne.”

 
Fly Erbil Advertisment