Wezîrê Navxwe yê Fransayê: Em piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe yê Fransayê gotûbêj li ser pêwendiyên dualî yên derbarê rûbirbûna rêxistinên terorîst de kirin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 31ê Adarê di çarçoveya beşdarbûna di Lûtkeya Ewlekariya Sînor a Brîtanyayê de, bi Wezîrê Navxwe yê Fransayê Bogno Ritalio re civiya.

Di hevdîtinê de, Rêber Ehmed spasiya Hikûmet û welatiyên Herêma Kurdistanê gihandin Wezîrê Navxwe yê Fransayê, ji bo peywendî piştevaniya berdewam a Fransayê ji doza rewa ya Kurdistanê re di qonaxên cuda yên dîrokê de.

Wezîrê Navxwe herwiha amaje bi ser rola Fransayê di warê piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de kir.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe yê Fransayê tekezî li ser piştevaniya hikûmet û gelê Fransa ji Herêma Kurdistanê re kir û rola Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê, terorîst û torên tawankar de bilind nirxand.

Lûtkeya Ewlekariya Sînorî îro 31ê Adarê bi fermî dest pê kir û berpirsên navxwe, dadwerî û ewlekariya sînor ên ji hejmareke mezin ji welatan tê de beşdar dibin.

Li ser vexwandina fermî ya Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ligel hejmarek berpirsên hikûmetê li Londonê beşdarî lûtkeyê bûne.

 
 
Fly Erbil Advertisment