Navendek kuştina 1169 sivîlan di “Bûyerên Beravê” de belge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Navendeke Mafên Miorvan a Sûriyeyê navên nêzîkî 1170 qurbaniyên sivîl yên di bûyerên Berava Sûriyeyê de hatine kuştin belge kirin.

Navenada Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê îro 1ê Nîsanê di raportekê aşkere kir, wê bi navan “kuştina 1169 sivîlan di bûyerên Berava Sûriyeyê de” belge kirine.

Li gorî raportê, ew amar weha belav dibin: “723 kes li Laziqiyê, 276 kes li Tertûsê û 161 kes jî li Hemayê bûne.”

Navendê diyar kiriye, di nava qurbaniyan de 103 jin û 52 zarok hene.

Her li gorî wê navendê, wan “kuştina 218 kesan ji endamên Ewlekariya Giştî” belge kiriye.

Navenda Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê ku nasnameya tevaya qurbaniyan bi navan belge kiriye dibêje, hewlên wan ên belgekirin û piştrastkirinê berdewam in û tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Êvara roja Pêncşemê 6ê Adarê, bûyerên ku bi navê “Bûyerên Berava Sûriyeyê” hatin naskirin, dest pê kirin. Ev bûyer ne tenê bi şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekarî yên rêveberiya nû ya li Şamê û çekdarên alîgirên Beşar Esed de sînordar bûn, belkû veguherî kiryarên tolhildanê yên li ser bingeheke mezhebî li dijî sivîlên ji mezheba Elewî.

Pêştir jî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kiribû, grûpên çekdaran komkujî di derheqê de sivîlên Elewî de kirin û dora 745 sivîlan ku piraniya wan Elewî ne kuştine.

Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera jî got, komkujiya Elewiyan metirsiyek e li ser hewildanên wî ji bo yekgirtina welat. Herwiha soz da ku ew ê berpirsiyaran ceza bike, heta ku ew kesên herî nêzîkî wî bin.

 
Fly Erbil Advertisment