Hizbulaha Libnanî kuştina serkirdeyekî xwe ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbulaha Libnanî di ragehandinekê de kuştina yek ji serkirdeyên xwe û kurê wî di êrîşên balafirên şerî yên Israîlê li ser başûrê Beyrûtê de ragehand. Artêş û dezgehên Şabakê yên Israîlê jî ragehandiye ku, di êrîşekê de serkirdeyekî Hizbulahê kuştiye.

Hizbulahê ragehandineke fermî parve kiriye û tê de amaje daye, “Miqawemeya Îslamî ya Libnanê (Hizbulah) nûçeya kuştina Elî Hesen Bedîr û kurê wî bi navê Hesen Elî Bedîr parve kiriye, ku îro (Sêşem, 01ê Nîsana 2025ê) di êrşeke asmanî ya artêşa Israîlê li ser deverên derdora başûrê Beyrûtê de kirine armanc.”

Dezgeha Ewlehiyê ya Giştî jî ku wekî Şabak tê nasandin ji aliyê xwe ve di ragehandineke hevpar de nûçeya kuştina wî serkirdeyê Hizbulahê parve kir û tê de amaje da, “Wî serkirdeyê Hizbulahê li vê dawiyê di danana pilaneke mezin de ji bo êrîşekê li ser xelkê sivîl ê Israîlê alîkariya Hemasê kiriye.”

Li dû zanyaran, Elî Hesen Bedîr yek ji serkirdeyên bibnador ên Hizbulaha Libnanê û alîkarê Berpirsê Doza Filistînê bû.

Ev jî di demekê de ye ku, Hesen Bedîr birayê Berpirsê Ragehandinê yê Şerî di Hizbulahê de bû, ku îro bi endamên malbata xwe re li nav mala xwe hatiye armanckirin û wesa ew û kurekê xwe hatine kuştin.

Herwesa ji ber wê êrîşê çar kesên din jî hatine kuştin û şeş kes jî birîndar bûne.

 
Fly Erbil Advertisment