Sikirtêrê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî serdana Îranê dike

Rafael Grossi
Rafael Grossi

Navenda Nûçeyan (K24) - Komara Îslamî ya Îranê rêyê dide Sikirtêrê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî serdana Tehranê bike û daxwaz jî dike ku, li beranberî gefên li ser bernameya navokî ya Îranê helwesteke ron û eşkere hebe.

Ajansa IRNAyê parve kiriye ku, Sikirtêrê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi di peywendiyeke tilefonî de daxwaz ji Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî kiriye ku, rêyê bidin wî ku serdana Îranê bike.

IRNAyê eşkere jî kiriye, “Êraqçî tevî ku tekez li ser amadeyî û pabendbûna Komara Îslamî ya Îranê kiriye, daxwaza Grossi qebûl kiriye ku serdana Tehranê bike, herwesa daxwaz jî kiriye ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî helwesteke ron û eşkere li beranberî gefên li ser dezgehên atomî yên Îranê hebe.”

Navbirî haydarî jî li ser berdewambûna gefan daye ku, Îran hemî rêkarên pêdivî ji bo Parastina bernameya xwe ya atomî dide ber xwe.

Serdana Sikirtêrê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî di demekê de ye ku, danûstandinên Amerîka û Israîlê li ser pirsa bernameya atomî ya Îranê li beranberî Tehranê gehiştine kopîtkê, xasma jî Trump di wê nameyê de, ya ku li destpêka meha borî ji bo Rêberê Bilind ê Îranê bi rê kiribû, tekez li ser danûstandin û lihevkirinên atomî kiriye, ev jî ji bo mana Komara Îslamî ya Îranê kiriye şertek.

 
Fly Erbil Advertisment