Zêdetirî 160 malbatên Çekdarên DAIŞê ji Kempa Holê vegeriyan Mûsilê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke haydar ragehand, “Bi dehan malbatên Îraqî yên şêniyên Kempa Holê îro (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) vegeriyan Kempa Cedheyê li Mûsilê.
Wê çavkaniyê ji medyaya navxweyî re ragehandiye, “Piroseya veguhastina malbatên Çekdarên DAIŞê ji Kempa Holê ji aliyê lijneyeke navendî ve hatiye serperişîtkirin, ku ji Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî û wezareta Koç û Aware pêk hatiye, herwesa zêdetirî 160 malbatan ku ji zêdetirî 600 kesan pêk hatibûn û piraniya wan jin û zarok bûn hatin vegerandin.”
Wê çavkaniyê amaje jî da, “Piroseya veguhastinê bi hevahengiya Sûriyeyê hatiye kirin, herwesa dabînkirina pasan û silametiya Parastina awareyan jî hatiye dabînkirin.” Herwesa got, “Hejmara tevahiya wan malbatên di dema 23 karwanên borî de ji bo Îraqê hatine veguhastin gehişt nêzî 3000 malbatan.”
Her wê çavkaniya ron jî kir, “Piroseya vegerandina wan malbatan li dû pilanekê berdewam e, ku pişkinînên ewlehî û veguhastinê ji bo Kempa Cedheyê jê re tên kirin, tevî tevlîkirina wan di bernameyên şiyandin û vegerandina wan ji bo nav civakê de.” Herwesa got, “Amadekarî ji bo veguhastina karwanekî din li heftiya bê bi hevahengiya Birêveberiya Kempa Holê berdewam in.”
Li dû amarên birêveberiya wê kempê, li kempa Holê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tê birêvebirin, zêdetirî 15 hezar û 600 awareyên welatiyên Sûriyeyê hene ku ji çar hezar û 300 malbatan pêk hatine.
Hejmara penaberên Îraqî jî nêzî 15 hezar kesan e, ku ji çar hezar û 330 malbatan pêk hatine, herwesa şeş hezar û 389 penaber bi kêmî ve ji 45 neteweyên cuda cuda, wekî Fransa, Swêd, Holanda, Rûsya, Tirkiye, Tunis û Misirê di nav de ne.