Îro hejmareke welatiyên Tirkiyeyê boykota bazarkirinê dike

Sûkeke Tirkiyeyê (AA)
Sûkeke Tirkiyeyê (AA)

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema piştevanîkirina Imamoglu, îro li Tirkiyeyê boykota bazarkirinê tê kirin. Wezîrê Navxwe jî dibêje, “Banga boykotê bizava kodetayê li dijî aborê welatê me ye.”

Piştî zindanîkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu, gelek ji xwendekarên zanîngehan biryara boykotkkirina xwandinê da û gelek xwendekar hatin desteserkirin.

Piştî van rûdanan, ciwan û xwendekarên zanîngehan li Tirkiyeyê biryar da ku, îro (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) wekî boykotkirina seranserî diyar bikin û di vê rojê de çi bazaran nekin.

Wê biryarê gelek rengvedan li pey xwe anîne. Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel piştevaniya xwe ji bo boykotê tekez kir û wekî “mafekî demokrasî” binav kir. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya jî ragehand, “Banga boykotê têkdana serxwebûna aborê me ye û bizava kudetayê li dijî aborê Tirkiyeyê ye.”

Her di wî warî de Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî amaje da, “Banga boykota neqanûnî nayê qebûlkirin û Daxwazkerê Giştî yê Stenbolê di vî warî de dest bi lêkolînê kiriye.”

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bulat jî li dijî banga boykotê daxwaz ji xelkî kiriye ku, li roja 02ê Nîsanê biçin sûkan. Herwesa got, “Ew kesên ku ji ber biryara boykotê zirarên aborî dibînin dikarin skalayên qanûnî tomar bikin.”

Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê) Omer Çelîk jî got, “Niha CHP opozisyoneke siyasî nîne, belkî li ser Tirkiyeyê gefeke temam e. Ew çalakiyên Ozgur Ozel bi rê ve dibe zirarê digehînin wî, û welatî vê siyaseta saxte û siyasetvanê şerxwaz boykot dikin.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Ev banga CHPê amaje ye ku Tirkiyeyê dixe nav piroseyeke gelek metirsîdar. Ev bang ji exlaqê siyasî dûr e û gefan li civakê û demokrasiyê dike.”

 
Fly Erbil Advertisment