Derbaz Kosret: Civînên PDK û YNKê bo pêkanîna kabîneya nû erênî ne

Derbaz Kosret Resûl
Derbaz Kosret Resûl

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê amajeyê dide, “Ji ber Newrozê û cejna Remezanê, civînên PDK û YNKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestiyane.” Tekez jî dike, “Civîn piştî bidawîhatina bêhnvedanê dîsa tên destpêkirin.”

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl îro (Pêncşem, 03ê Nîsana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Dawî civîna navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê girêdayî amadekirina reşnivîsa nerîna hevpar û temamkirî bû.”

Derbaz Kosret Resûl di pareke din a gotinên xwe de amaje da ku, di civînên bê de danûstandinan li ser parvekirina postan dikin.

Navbirî tekez jî kir, “Civîn heta niha erênî ne.” Herwesa got, “Tevî ku piroseya pêkanîna Kabîneya Dehê dirêj bû, lê pêdivî hatiye dîtin ku ew pirose gelek bi hûrî be ji bo ku rûbirûyî arêşeyên siyasî û kargêrî nebin.”

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya PDKê û Endamê Şanda Danûstandinan a PDKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bi aliyên Kurdistanê re Piştîwan Sadiq jî li roja 30ê Adara 2025ê di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Lihevkirinên siyasî yên baş bi YNKê û aliyên din re hatine kirin, rasterast piştî cejnê danûstandin li ser parvekirina postan tên kirin.”

Piştîwan Sadiq herwesa got, “Hêvî tê kirin ku bi awayekî erênî karên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bên birêvebirin, PDK û YNK bi awayekî serekî û aliyên din ên siyasî jî tevlî pêkanîna hikûmetê dibin.”

 
Fly Erbil Advertisment