Kongirêsmanek pirojeqanûna azadkirina Îraqê ji destê Îranê pêşkêşî Kongirêsê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongirêsmanê Komariyan Joe Wilson ku kesatiyekî nêzî Serokê Amerîkayê ye li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez dilxweş im ku pirojeqanûna azadkirina Îraqê ji destê Îranê li Kongirêsê pêşkêş dikim.”
Joe Wilson herwesa ragehandiye, “Her du partî piştgiriya vê pirojeqanûnê dikin, piştevanî ye ji bo bizavên xelkê Îraqê û ji bo azadkirina welatê wan ji Îranê.”
Navbirî amaje jî daye, “Herwesa ez spasiya Kongirêsman Jimmy Panetta dikim ku bi min re serperiştiya wê pirojeqanûnê dike.”
Kongirêsmanê Komariyan herwesa gotiye, “Bila wekîlên Îranê li Îraqê bitirsin ji ber ku bi piştrastî ve ev pirojeqanûn tê pejirandin.”
Eger ev pirojeqanûn bê bicihanîn, şeş hêzên bi ser Heşda Şebî ve tên helweşandin.
READ the full text of the FREE IRAQ FROM IRAN ACT https://t.co/WAV0D2IdXS pic.twitter.com/gPBtSV758B
— Joe Wilson (@RepJoeWilson) April 3, 2025