Trump: Putin amade ye bo çarekirina pirsgirêkên Ukraynayê lihevkirinê bike

Trump
Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo lihevkirina çarekirina pirsgirêkên Ukraynayê bawerî da Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Donald Trump di derheqa bidawîanîna hevrikiyên Ukraynayê de ji rojnamevanan re ragehand, “Ez li wê bawerê me ku Serok Putin amade ye lihevkirinê bike.”

Navbirî amaje jî da, “Min berî demekê danûstandin bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re kirine, Ukrayna pêşkeftineke berçav bi Amerîkayê re bi dest dixe.”

Serokê Amerîkayê di pareke din a gotinên xwe de got ku, Zelenskyy ji bo lihevkirinê amade ye, bê ku eşkere bike çi rengê lihevkirinê ye.

Serokê Rûsyayê jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku, Mosko ji bo danûstandinên bi birêveberiya nû ya Amerîkayê re li ser hevrikiyên Ukraynayê vekiriye. Amaje jî da ku, giringtirîn tişt çarekirina rih û rîşalên qeyranan e.

Putin herwesa bi ronî eşkere kir ku, nabe armanca yekalîkirina hevrikiyan li Ukraynayê agirbesteke demkurt an jî qonaxa komkirin û çekdarkirinê ji bo berdewamkirina hevrikiyan be, belkî divê aştiyeke demdirêj be.

 
Fly Erbil Advertisment