Mîranî: Armanca Serok Barzanî û PDK hertim pêkvejiyan û parastina mafên pêkhateyan li Kerkûkê bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, “Em nehatine Kerkûkê, lê em li Kerkûkê bûn û emê li Kerkûkê bimînin.”
Fazil Mîranî îro 5ê Nîsanê di merasîma vekirina baregeha Buroya Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyanê ya PDKê de got: “Bi rastî em nehatine Kerkûkê, lê em li Kerkûkê bûn û dê li Kerkûkê jî bimînin.”
Herwiha got, bîr û baweriya kurd ku hertim bîr û baweriya PDKê bûye, koka wê li Kerkûkê hebûye û roj bi roj zêdetir dibe. Ev zêdebûn, ji ber hişmendiya netewî ye, ne ji ber zêdebûna hejmara endamên partiyê ye, ji ber ku em li hundir behsa xebatên partiyê dikin, lê li derve behsa neteweparêziyê dikin.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê got jî: “Serok Mesûd Barzanî û PDK hertim armanca wan, pêkvejiyan, biratî û parastina mafên pêkhateyan li Kerkûkê bûye. Di dema êrişên DAIŞê de, pêkhateyên Kerkûkê bang li Serok Mesûd Barzanî kirin ku Pêşmerge Kerkûkê biparêzin, ta ku wek Mûsilê lê neyê.”
Herwiha Fazil Mîranî tekez kir, PDK rijd e li ser pêdaçûnê di xwe de bike, ew yek pêwîst e ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdistanî, ji bo dabînkirina vegera hêzên Kurdistanê, bilezkirina karê Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû.
Piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017an, baregeha Buroya Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li Kerkûkê hat vekirin.