Şîfa Barzanî bo federasyon û navendên Nemsayê: Deng bidin kandîdên Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi federasyon û navendên Nemsayê re civiya û daxwaz jê kir ku, ji bo hilbijartinên perlemana wî welatî dengê xwe bidin kandîdên Kurd.

Serperiştê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, bi amadebûna kandîdê Kurd li ser lîsta Partiya Sosyalist a Nemsayê ji bo perlemana wî welatî Çeper Haco, daxwaz ji federasyon û navendên wî welatî kir ku dengê xwe bidin kandîdên Kurd.

Şîfa Barzanî pesna federasyon û navendên Nemsayê kir, ku di dema du salên borî de xizmeteke berçav ji bo Revenda Kurdistanî li wî welatî kir û bûn yek ji baştirîn û çalaktirîn federasyonan.

Navbirî daxwaz kir ku kar bikin, ji bo ku di hilbijartinên 27ê vê mehê de Kurdistanî dengê xwe bidin kandîdên Kurd, herwesa federasyon jî raspard ku di vî warî de komîteyekê pêk bînin û bi awayekî rijd kar li ser bikin.

 
Fly Erbil Advertisment