Balyozê Rûsyayê li Îraqê: Danedesta Esed bo desthilatdarên Sûriyeyê ne mimkin e

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Rûsyayê li Îraqê çend zanyarên nû li ser Serokê Sûriyeyê yê reviyayî li Rûsyayê eşkere dike û dibêje ku, radestkirina wî serokê reviyayî ji aliyê Rûsyayê ve mimkin nîne.
Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev îro (Yekşem, 06.04.2025) ragehand, “Yek ji şertên mana Serokê Sûriyeyê yê berê û reviyayî Beşar Esed ew e ku çi çalakiyên siyasî û medyayî li Rûsyayê neke.”
Elbrus Kutrashev tekez jî kir, “Radestkirina Beşar Esed ji aliyê Rûsyayê ve ji bo Hikûmeta Sûriyeyê ya nû mimkin nîne, ji ber ku mana wî li Rûsyayê berevajî şertan nîne.”
Ajansa TASê ya nûçeyan a Rûsyayê li roja Sêşemê, 28.01.2025, parve kiriye, “Şandeke Rûsyayê bi serokatiya Cîgirtê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û Nûnerê Koçka Kremlinê li Sûriyeyê Alexander Lavrentiev gehişt Şamê.”
Ajansa Reutersê li roja Çarşemê, 29.01.2025, li ser zarê berpirsekî Sûriyeyî ragehand, “Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera di çarçoveya hevdîtina xwe ya bi Cîgirtê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re daxwaz kiriye ku, Serokê Sûriyeyê yê reviyayî Beşar Esed bidin destê wan.”
Berdevka Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitry Peskov ji aliyê xwe ve red kiribû ku di vî warî de daxuyaniyê bide û gotibû, “Niha danûstandin li ser vê pirsê nayên kirin.”