Reuters: Milîşyayên Îraqê ji ber tûrebûna Trump amade ne çekan danin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Reutersê ji zarê 10 fermandeyên bilind û berpirsên Îraqê eşkere kiriye ku, hejmareke komên milîşyayên bihêz li Îraqê amade ne xwe ji çekan vala bikin. Ev jî cara yekê ye komên milîşyayên tundrê yên Îraqê neçar dibin ku, ji bo dûrxistina gefên şerî yên birêveberiya Amerîkayê vê biryarê bidin.
Li dû gotina fermandeyên bilind ên komên milîşyayan, ev pêngava wan ji bo hêwirkirina girjiyan e, piştî ku li destpêka îsal ji aliyê birêveberiya nû ya Amerîkayê ve bi awayekî nihênî haydarî pê hat dan û bi rêya Hikûmeta Îraqê hatin haydarkirin ku xwe ji hevpeymanîtiya Îranê dûr bikin.
Bê ku navê çi fermande û berpirsekî eşkere bike, Reutersê parve kiriye ku, milîşyayên bi ser Îranê ve li Îraqê amade ne çekên xwe danin, ji bo ku xwe ji tûrebûna Serokê Amerîkayê Donald Trump biparêzin.
Ev di demekê de ye ku, pêştir birêveberiya Trump haydariyeke tund dabû Hikûmeta Îraqê û li ser çarenivîsa komên milîşyayên Îraqê ragehandibû ku, divê bên helweşandin. Herwesa Serokê Amerîkayê Donald Trump bi xwe bi awayekî rasterast serperiştiya êrîşên li ser çekdarên Hûsiyên Yemenê dike.
Pêştir jî li borî, hêzên Şîeyên Îraqê ji ber gef û haydariyên Amerîkayê û xasma jî Çarçoveya Hevahengiyê dest bi daxistina bingehên bi ser Hûsiyên Yemenê ve li bajarên başûrî kir, xasma jî ew bingeha serekî ya ku li Bexdayê jê re hatibû vekirin.
Herwesa çend çavkaniyên navxweyî yên Îraqê jî eşkere kiriye ku, Serokwezîrê Îraqê yê berê Adil Ebdilmehdî bi nûnerîtiya aliyên Şîeyan ên Çarçoveya Hevahengiyê çûye Yemenê, bi Hûsiyan re civiyaye û danûstandin li ser çarenivîsa nûnerîtiya wê tevgerê li Îraqê kirine.