Bi fermana Mesrûr Barzanî erd bi fermanberên Komisyona Hilbijartinan tê dan

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parçeyên erdî li ser fermanberên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên parvekirin.

Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi nivîsara fermî ya Serokatiya Civata Wezîran a hejmar 1188 ku arasteyî Wezareta Şaredarî û Geşyariyê hatiye kirin, parçeyên erdî li ser hezar û 628 fermanberên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên parvekirin.

Di wê nivîsarê de hatiye, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, karên pêdivî ji bo dana parçeyên erdî bi fermanberên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bikin, bi şertekî ku pêştir mifadar nebûbin û her wan şertan li ser wan bi cih bînin ên ku li ser fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên bicihanîn.”

Di wê xişteyê de, hejmara fermanberên her yek ji desteyên hilbijartinan ên Herêma Kurdistanê û Nivîsîngeha Hilbijartinan a Parêzgeha Hewlêrê û Nivîsîngeha Hilbijartinan a Parêzgeha Silêmaniyê û Nivîsîngeha Hilbijartinan a Parêzgeha Dihokê hatine diyarkirin ku hezar û 628 fermanber in.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment