Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad hat binçavkirin
Diyarbekir (K24) – Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad li Diyarbekirê ji mala xwe hat binçavkirin.
Hevjîna Ferîd Azad, Evîn Azad ji Kurdistan24ê re da zanîn, hêzên ewlekariyê gotine dê îfadeya Ferîd Azad were standin û ew birine.
Evîn Azad got: “Demjimêr 10.00ê polis hatin ber derî û gotin bo îfadeyê ewê Ferîd Bibin qereqolê, lê negotin ji ber çi ye, Ferîd ji wan re got we dikarî gazî min bikin û ezê bihatama min ê îfadeya xwe bida, ne pêwîst bu ku werin ber derî.”
Evîn Azad got ew nizanin ji ber çi Ferîd Azad hatiye binçavkirin, lê ji ber pîrozbahiya Platforma Ciwanên Serbixwe ya Newrozê ku bi alaya Kurdistanê çûbûn ser gora Ehmedê Xanê platforma wan di medyaya civakî de rastî êrîşên nijadperest hatibû.