Dadgehê biryara girtina Ferîd Azad da
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad ku îro li Diyarbekirê ji mala xwe hat binçavkirin, dadgehê biryara girtina wî da.
Hevjîna Ferîd Azad, Evîn Azad îro pêştir ji K24ê re gotibû, hêzên ewlekariyê îro demjimêr 10.00ê hatin ber derî û Ferîd Azad binçav kiribûn.
Piştre Platforma Ciwanên Serbixwe îro danê êvarê daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, “Biryara girtina hevalê me Ferîd Azad hate dayîn.”
Platforma Ciwanên Serbixwe da zanîn jî, ew ê Ferîd Azad bibin girtîgeha Diyarbekirê û parêzerên wan jî dê îtîraza vê biryarê bikin.
Derbarê sedema girtinê jî di daxuyaniyê de hat gotin: “Sedema girtina wî bi giştî çalakîya me ya Newrozê û bilindkirina Ala Kurdistanê tê nîşandan.”
Platforma Ciwanên Serbixwe kir jî: “Em ê dev ji vê dozê bernedin û bi van girtinan dê nekaribin çavên me bitirsînin û pêşî li xebatên me bigirin.”