Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid Al Nehyan derfetên veberhênana Îmaratê li Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Îmarata Erebî civiya û derbarê derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Serok Nêçîrvan Barzanî îro 7ê Nîsanê li bajarê Ebû Dhabî ligel Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiya.
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li li ser pêşxistina peywendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirekirina hevkariyên di navbera her du welatan de kirin, bi taybetî di warên ku ji bo herdu aliyan pêwîst in.
Di vê derbarê de, behsa derfetên veberhênana Îmaratê û sektora taybet li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û li ser wan war û sektorên ku Îmarat dikare li Iraqê veberhênanê û Herêma Kurdistanê bike, gotûbêj kirin.
Di mijareke din a hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Îmarat behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û encamên li ser rewşa Rojhilata Navîn û welatên navçeyê kirin.
Her du alî tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê, xwegirtin û aqilmendiyê di rûbirûbûna rewşê de kirin, da ku rê li ber aloziyên zêdetir li navçeyê bê girtin û hemû alî ji bo aştî û aramkirina wê kar bikin.
Rewşa Sûriyeyê û çend pirsên din ên cihê giringiya hevbeş jî, mijarên din gotûbêjên hevdîtinê bûn.