Trump: Me bi Îranê re dest bi danûstandinên rasterast kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di konferansa rojnamevanî ya hevpar a bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got: "Me bi Îranê re rasterast dest bi danûstandinan kir."
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî hevdîtina dualî, îro 7ê Nîsanê konferanseke rojnamevanî lidar xistin.
Netanyahu da zanîn, wî bi Trump re li ser pirsa dîlan û Kerta Xezzeyê gotûbêj kirine û got: “Pirsa dîlan, pirseke mirovî ya nayê qebûlkirin û trajediyeke mezin e. Me bi malbatên wan re axivîn, dîl di tengasiyê de ne, emê wan hemûyan azad bikin, em li ser rêkeftineke din kar dikin û em hêvîdar in ku em biser bikevin. Em pabend in ku hemû dîl bên azadkirin.”
Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir: “Em pabend in bidawîanîna zulma Hamasê ya li Kerta Xezzeyê. Divê gelê Xezzeyê azad be ku biçe ku derê bixwaze.” Herwiha got: “Serok Trump pêşniyarek wêrek pêşkêşî welatên ku Filistîniyan pêşwazî dikin kir.”
Derbarê Tirkiyeyê de jî got: “Têkiliyên me yên cîrantiyê bi Tirkiyeyê re hebûn, lê hatin têkdan. Em qebûl nakin Sûriye ji aliyê Tirkiyeyê ve were bikaranîn û Sûriye bibe baregehek û bi rêya wê êrîş li Îsraîlê bê kirin. Têkiliyên Tirkiyeyê bi serokê Amerîkayê re baş in. Em dixwazin xwe ji vê milmilaneyê bidûr bigirin.”
Serokwezîrê Îsraîlê derbarê Îranê de jî got: “Me li ser Îranê jî gotûbêj kir. Em her du jî hevnêrîn in ku Îran qet nebe xwediyê çekên nukleerî. Ev yek bi dîplomasiyê dikare pêk were.”
Piştre Trump ji rojnamevanan re got: “Me dest bi pêwendiyên rasterast bi Îranê re kiriye. Roja Şamiyê jî dê civîneke giring bê kirin. Rêkeftin ji her bijardeyeke din çêtir e.”