Araqçî û Witkoff hevdîtinên Îran û Amerîkayê li Omanê birêve dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Îranê belav kir, Wezîrê Derve yê Îranê û Nûnerê Amerîkayê dê roja Şemiya bê li Omanê gotûbêjan li ser bernama atomî ya Îranê birêve bibin.
Medyaya fermî ya Îranê îro Sêşemê 8ê Nîsanê li ser sepana “Telegram” ragihand, danûstandinên Amerîka û Îranê ku biryar e roja 12ê Nîsanê li Omanê werin kirin, dê bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî û Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff birêve biçin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî duh Duşemê di dema pêşwaziya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Sipî de gotibû, Amerîka dê roja Şemiyê dest bi danûstandinên rasterast û bilind bi Îranê re li ser bernameya wê ya atomî bike.
Trump diyar nekir ku dê danûstandin li kû derê werin kirin, lê tekez kir ku ew ê ne bi riya nûneran, lê dê li ser asteke bilind bêne kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî jî di nivîsa xwe ya li ser platforma “X” de ev yek piştrast kir û diyar kir, “Îran û Amerîkayê dê roja Şemiyê li Omanê danûstandinên nerasterast li ser asta bilind bikin.”
Araqçî herwiha got: “Ew danûnstandin bi qasî ku ew ezmûnek e, derfetek e jî. Top li qada Amerîkayê ye.”