Şîfa Barzanî li Tiflisê bi Rektorê Zanîngeha Dewletê ya SOKHOMÎ re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî li Tiflisa paytexta Gurcîstanê bi Rektorê Zanîngeha Dewletê ya SOKHOMÎ Zurab Khonelidze re civiya.
Serperiştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî di carcoveya hevdîtinên xwe yên bajarê Tiflîsa paytexta Gurcîstanê de, bi rektorê Zanîngeha Dewletê ya SOKHOMÎ Zurab Khonelidze re hevdîtinek pêk anî.
Şîfa Barzanî ji aliyê Zurab Khonelidze ve bi Alaya Kurdistanê û sirûda Ey Reqîp ve hate pêşwazîkirin ku piştre sirûda neteweyî ya Gurcîstanê jî hate xwendin.
Rektor Khonelidze derbarê dîroka zaningêhê de yek bi yek ji ser wêne û nexşeyê zanyariyên berfireh hatin dayîn.
Di direjahiya civînê de Şifa Barzanî ragihand, ew kêfxweş in ji mazûvaniya wan û got ew dixwazin têkiliyên Kurdistanê û Gurcîstanê pêşvetir bibin. Di vê çarcoveyê de hate daxwazkirin ku di navbera zankoyên Herêma Kurdistanê û Gurcîstanê de protokolek bê îmzekirin û ofîsek bo birêvebirina van karan bê vekirin, ku jî her du welatan jî xwendekar bikaribin bên zankoyan û master an jî doktoraya xwe bikaribin bikin.
Ji aliyê Rektorê Zanîngeha SOKHUMÎ vê ev peşniyaza Serperiştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî bi êrênî hate pêşwazîkirin ku ji bo dabînkirina vê yekê dê ew mamosteyên xwe erkdar bikin. Herwiha Rektor Khonelidze da zanîn ew pêşvebirina têkiliyên milletê Kurd û milletê Gurcî girîng dibînin.