Serok Barzanî daxwaza serkeftinê bo yaneya Dihokê dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peywendî bi Parêzgerê Dihokê dike û daxwaza serkeftinê ji bo yaneya Dihokê dike, herwesa daxwaz dike ku yaneya Dihokê dilê xelkê Kurdistan û Îraqê xweş bike.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 08.04.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Serok Barzanî peywendî bi me kir û daxwaza serkeftinê ji bo yaneya Dihokê kir, daxwaz jî kir ku hemî şiyanên xwe bi kar bînin ji bo ku bi ser bikevin, dilê xelkê Kurdistan û Îraqê xweş bikin.”

Elî Teter herwesa got, “Serok Barzanî ji min re got: ez bi xwe jî temaşeyî yariyan dikim.”

Navbirî tekez jî kir, “Peywendiya Serok Barzanî wekî mercehê gelê Kurdistanê ji bo bilindkirina morala yarîkerên yaneya Dihokê gelek giring e û dilê wan gelek pê xweş bûye.”

Parêzgerê Dihokê hêvî jî kir, “Bi piştevaniya Xudayê mezin, em dê yariyeke çarenivîssaz bikin. Tiştê ku li ser yarîkerên me pêdivî ye, xemsariyê jê nakin.”

Îro yariya dawiyê ya cama kendavî di navbera yaneya Dihokê û yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtê de li welatê Kwêtê tê kirin ku yariya çûnê ye, yariya vegeriyanê jî heftiya bê li Dihokê bi rê ve diçe, hingê nasnav yekalî dibe.

Welatiyên Kurdistanê jî xewnan bi wê yekê ve dibînin ku, yaneyeke Kurdistanê bibe qehremana kendavî û xelata qehremanî vegerîne Herêma Kurdistanê.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment