181 malbatên kesûkarên çekdarên DAIŞê ji Kempa Holê vegeriyan Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê eşkere dike ku li dawiya meha borî, 181 malbatên din ên kesûkarên çekdarên DAIŞê ji Kempa Holê ya Sûriyeyê vegerandine Îraqê, ku ji 680 kesan pêk hatine.

Medyaya fermî ya Îraqê îro (Sêşem, 08.04.2025) parve kiriye, 181 malbatên din ên kesûkarên çekdarên DAIŞê, ku ji 680 kesan pêk hatine, ji Kempa Holê ya Sûriyeyê bo Îraqê hatine vegerandin.

Medyaya fermî ya Îraqê amaje jî da, “Ji sala 2021ê heta niha sê hezar û 751 malbat, ku ji 14 hezar û 513 kesan pêk hatine, ji bo Îraqê hatine vegerandin. Ji wê hejmarê jî tenê çar hezar û 700 kes li navendên piştevanîkirina wan bo têkelkirina wan bi civakê re mane, yên din vegeriyane deverên xwe.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî îro ji aliyê xwe ve ragehand, “Kempa Holê mijareke hestyar û giring e û tenê bi Îraqê re girêdayî nîne.” Herwesa got, “Divê mijara Kempa Holê bi tevlîbûna hemiyan bê bidawîanîn.”

 
Fly Erbil Advertisment