Arsenalê bi 3 golan Real Madrîd têk bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Arsenal di pêşbirka yekem a çaryek-fînala Lîga Şampiyonan de, bi (3) golan biser Real Madrîd ket.
Şeva borî Arsenal di gera yekem a çaryek-fînala Lîga Şampiyonan de, mêvandariya Real Madrîd li Stadyuma Emiratesê kir û bi encama (3 - 0) biser ket.
Declan Rice di xuleka (57 û 71) de bi du lêdanên azad ên rasterast du gol ji bo Arsenalê tomar kirin. Di xuleka (75) de jî Mikel Merino gola sêyem tomar kir.
Bi vê encamê Arsenal serkeftinek girîng bidest xist û bi lingekî xwe xwast nîv-fînala Lîga Şampiyonan û li benda maça vegerê dimîne.
Pêşbirka gera vegerê di navbera her du tîman de, dê Çarşema bê li yarîgeha Santiago Bernabeu were lîstin.
Di lîstikeke din a heman gerê de, tîma Inter Milan bi encama (2 - 1) bi ser mêvandara xwe Bayern Munich ket.