Yann Braem: Baştirîn rê ji bo rûbirûbûna kêşeyan avakirina kabîneya nû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê ragihand, lidarxistina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan xwedî girîngiyeke taybet e ku rengvedana ol û çandên cuda yên li Herêma Kurdistanê dijîn nîşan dide. Em wek Fransa girîngiyeke mezin didin vê pêşangehê.
Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Yann Braem ji K24ê re ragihand, Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan bûyereke çandî ya gelekî giring û mezin e ji bo Herêma Kurdistanê û navçeyê, bi taybet ji bo Herêma Kurdistanê ku xwedî çand, ziman, ol û pêkhateyên cuda ye.
Got jî: Lidarxistina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan xwedî girîngiyeke taybet e ku rengvedana ol û çandên cuda yên li Herêma Kurdistanê dijîn nîşan dide. Em wek Fransa girîngiyeke mezin didin vê pêşangehê.
Da zanîn jî: “Enstîtuya Fransî ya li Hewlêrê li gel Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk bi zimanên Fransî, Kurdî û Erebî çalakiyên çandî û muzîkî, festîval û kursên fîlman lidar dixe. Nivîsgeha wê li ser Kela Hewlêrê ye û taybet e bi zanistên mirovî, bi taybetî zanistên arkeolojîk.”
Braem derbarê avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de got: “Xweşbextane hilbijartin bi beşdariya gelê Herêma Kurdistanê bûyereke siyasî ya mezin bû, ku bi awayekî azad çûne ser sindoqan û bi awayekî azad dengê xwe dane. Weke Serok Barzanî jî amaje bi wê yekê kir, baştirîn rê ji bo rûbirûbûna kêşeyan, pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”