Serok Barzanî ew kitêb dît a ku bi salan bû lê digeriya

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li nav Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban hejmareke kitêban hilbijart, yek ji wan kitêban jî ew bû ya ku ji mêj ve ew lê digeriya.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 09.04.2025) di merasîmekê de Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban bi dirûşmê “Cîhan bi Kurdî diaxive” vekir, paşî serdana pişkên cuda cuda yên wê pêşangehê kir û hejmareke kitêbên ji warên cuda cuda hilbijart.

Muxlis Yûnis, ku xwediyê yek ji wan kitêbxaneyan e yên ku Serok Barzanî serdana wan kir, ji Peyamnêrê K24ê Azer Farûq re got, “Serok Barzanî şeş kitêbên cuda cuda li kitêbxaneya me hilbijartin, hin ji wan wî daxwaz kirin û hin jî min bi xwe pêşkêşî wî kirin. Yek ji wan kitêban ji bo wî gelek taybet bû û got: ez ji mêj ve li wê digerim.”

Navbirî herwesa got, “Werzê Seyda Mela Ebdilkerîm Muderis kitêba yekê bû ku Serok Barzanî hilbijart.” Eşkere jî kir, “Serok Barzanî rêz û hurmeteke zêde ji bo wî seydayî heye û ji kesatiyên here giring ên dîroka Kurdan e.”

Xwediyê wê kitêbcaneyê amaje jî da ku, kitêba “الضحايا الثلاث” yek ji wan kitêban bû yên ku pêşkêşî Serok Barzanî kirine. Serok Barzanî jî spasiya wî kiriye û jê re gotiye, “Ez gelek ji mêj ve li vê kitêbê digerim.” Herwesa amaje da, “Ew kitêb behsa jiyannameya Şêx Ebdisselamê Barzanî, Şêx Seîdê Berzincî û Şêx Zarê Zewbehî dike.”

Hin ji kitêbên din ên ku Serok Barzanî hilbijartine:

1.    كتب منظومة آيات القتال في القرآن الكريم وتطبيقاتها المعاصرة

2.    Geriyan li pey keştiya Nohî li welatê Kurdan

3.    Kurd li serdema Pêxemberî