CENTCOM li ser Hûsiyan haydariyê dide welatan

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) radigehîne, “Em li çi welat û aliyan naborin û em qebûl nakin ku piştevaniya rêxistinên teroristî yên wekî Hûsiyan bikin.”

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 09.04.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Em li ser lêdana cihên Hûsiyan berdewam dibin û em li çi dewlet û aliyan naborin û qebûl nakin ku, piştevaniya rêkxistinên terorsitî yên wekî Hûsiyan bikin.”

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê amaje jî da, “Bikaranîna benderî ji aliyê Hûsiyan ve ji bo her karekî binpêkirina qanûnên navdewletî ye.”

Balafirên şerî yên Amerîkayê şeva borî êrîş kir ser hejmareke cihên Hûsiyan li Yemenê. Hûsiyan jî îro ragehand, “Ji ber êrîşên berdewam li ser parêzgeha Hudeydeyê li kinarên rojavayê Yemenê, hejmara kuştiyan ji bo 10 kesan bilind bû û çend kesên din jî birîndar bûn.”

Ji aliyekî din ve kanala Mesîreyê ya girêdayî Hûsiyan jî parve kir, “Amerîkayê bajarê akincîbûnê yê Eymen Muqbelî li parêzgeha Hudeydeyê bombebaran kiriye.”

Ajansa France Pressê jî ji zarê peyamnêrê xwe ragehandiye, “Li nêzîk cihê wê rûdanê, dengê sê teqînên bihêz ên yek li dû yekê hat bihîstin.”

Deverên li jêr desthilata Hûsiyan li Yemenê ji hingê ve ku Waşintonê li roja 15ê Adarê helmeteke asmanî li dijî wan dest pê kir ji bo ku neçar bike destan ji êrîşkirina li ser keştiyên bazirganî berdin, her roj rûbirûyî êrîşên asmanî yên Amerîkayê û hevpeymanên wê dibin.

 
 
Fly Erbil Advertisment